Hewlêr: Şewata li parzûngehê berdewam dike!

Parzûngeha petrolê ya li ser rêya Hewlêr û Giwêrê ji şeva borî ve dişewite.

13.06.2024, Per - 10:05

Hewlêr:  Şewata li parzûngehê berdewam dike!
Nuçe Belav bike

 Parzûngeha petrolê ya li ser rêya Hewlêr û Giwêrê ji şeva borî ve dişewite.

Tim teqînên nû rû didin û şewat berdewam dike. Heta biha herî kêm 10 kes birîndar bûne ku piraniya wan xebatkarên ekîbên agirvemirandinê ne.

Şeva borî demjimêr 20:30î li ser rêya Hewlêr-Giwêrê, li qada ku parzûngeha petrolê, kargeha belavkirina petrolê û depoya qîrê lê ne şewat derket.

Li gorî agahiyên ku ketine destê Rûdawê, heta niha 3 otomobîlên agirvemirandinê û 4 tanker şewitîne.

35 tîm beşdarî xebatên agirvemirandinê dibin lê şewat heta niha jî nehatiye kontrolkirin.

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 423 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:35:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x