Fermandarê hêzên êzîdxanê Heyder Şeşo, ku berê endamê encûmena navendî ya YNKê bû ji BasNewsê re ragehand, wî bi temamî dest li YNKê berdaye û di kar de ti peyvendiya wî li gel YNKê nemaye. Herwaha got, navê partiya wî jî bi navê Partiya êzdiyên Demokrat e û daxwaz ji aliyên herêma Kurdistanê kir, piştevaniyê li partiya wî bikin.
Heyder Şeşo aşkera kir, ew şerê 03.03.2017ê pêkhat, ‘’ji bo kurdên êzdî pir giran bû’’ û pêkhatina şer ne pêwîst bû. Herwaha got: ‘’Em daxwazê ji hemû aliyên herêma Kurdistanê dikin, bi taybet birêz serokê herêma Kurdistanê, di demeke herî zû de rûniştin pêkbînin û wê pirsgirêkê çareser bikin.’’
Fermandarê hêzên parastina êzdîxanê di daxuyaniya xwe ya ji BasNewsê de aşkera kir, bûyera Şingalê bandoreke pir zêde li ser xelkê herêmê ava kiriye û ragehand: ‘’Ew kesên ku li qampane û herwaha li çiyayê Şingalê vegeriyabûn ser mal û halên xwe, careke din koçber bûn û çûn qampan û çiyayê Şingalê.’’
Şeşo got, naha hêzeke zêde li Şingalê heye û Pêşmerge û PKK hêzên xwe komkirine. Herwaha got: ‘’PKKê ji pir aliyan de astengî bo Şingalê ava kiriye.’’