Hikûmeta Kurdistanê li ser êrîşa Amerîka daxuyaniyek weşand.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser êrîşa Amerîka ya li hemberî Baregeha Hewayî ya Şaryatê ya li bajarê Himûsê daxuyaniyek weşand.

08.04.2017, Cts - 07:30

Hikûmeta Kurdistanê li ser êrîşa Amerîka daxuyaniyek weşand.
Nuçe Belav bike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser êrîşa Amerîka ya li hemberî Baregeha Hewayî ya Şaryatê ya li bajarê Himûsê daxuyaniyek weşand û tê de got, "Em hêvî dikin ku ev êrîşa Amerîkayê wê bibe sedema dubarenekirina bûyerên wekî yên Xan Şêxûnê."

Hikûmetê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser komkujiya Helebceyê û got, "Gelê Kurdistanê gelek êş kişandin. Êşa herî mezin jî felaketa kimyewî ya li Helebceyê bû, ku wê demê di nava çend saniyeyan de 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest da. Ger rayagiştiya navdewletî wê demê bêdeng nema û gav biavêta, sûcên wisa wê dubare nekira."

Hikûmetê anî ziman ku vê bûyerê sûcên di dawiya salên 80yî de li hemberî gelê Kurdistanê hat in kirin, bi bîr xist û ev tişt hatin gotin: "Rayagiştiya navdewletî ji bo sûcên wisa dubare nekin, divê helwesteke cidî nîşan bide. Em hêvî dikin gavên ku wisa ji aliyê Amerîkayê ve ji bo astengkirin û bersivdayinê hatine avêtin, wê pêşiyê li dubarekirina tiştên dermirovî bigirin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1181 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:28:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x