Hikûmeta Kurdistanê êrişa çekdari li Stenbolê şermezar kir

Encumena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrişa çekdarî ya li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê û herwiha teqîn û êrişên li her du baajrên Bexda û Necefê yên Iraqê bi tundî şermezar kir.

01.01.2017, Paz - 18:58

Hikûmeta Kurdistanê êrişa çekdari li Stenbolê şermezar kir
Nuçe Belav bike

Encumena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê êrişa li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û ew êriş û teqîn şermezar kir.

Di daxuyaniyê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrişa çekdarî ya li bara Reina ya bajarê Stenbolê kir û ragihand:

Em gelek bi tundî wan êrişên terorîstî şermezar dikin, ku şeva bihorî li Stenbolê bo ser yek ji ahengên serê sala nû hat encamdan û di encamê de hejmarek welatiyên Tirkiyê û geştyarên biyanî jiyana xwe ji dest dan û hejmarek kesên din jî birîndar bûn, ku di nava wan geştyarên Herêma Kurdistanê de hebûn.

Şeva bihorî li taxa Ortakoy a Stenbolê, di hola şahiyan a Reinayê de êrîşeke çekdarî pêk hat û di encamê de 39 kesan jiyana xwe ji dest dan û 65 kes jî birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1301 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:23:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x