Holenda êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir

Konsulxaneya Holendayê ya li Hewlêrê êrîşên pasdarên Komara Îslamî ya Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir.

29.09.2022, Per - 14:01

Holenda êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir
Nuçe Belav bike

Konsulxaneya Giştî ya Holendayê li Herêma Kurdistana îro roja pêncşemê 29.09.2022 ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye Holenda ew êrişên vê dawiyê yên Spaya Pasdarên Îranê li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike.

Di berdewamiyê jî de hatiye gotin "Ev êrîşên bêserûber bûne sedema kuştin û birîndarbûna welatiyên bêguneh û rojnamevanan. Fikrên me bi qurbaniyan û malbatên wan re ne."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 238 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:32:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x