Serokê PAK'ê Husên Yezdanpena ji BasNews'ê de ragihand: ‘’Gelê Kurdistanê biryara xwe daye, ku bindestî qebûl nake, biryara referandûmê ji aliyê rêveberiya siyasî ya Kurdistan'ê ve hat dayîn û biryarek pir giring e û bi wêrekî bû, ji ber naha hêzên Pêşmergeyên Kurdistan'ê bûye nasnameya rû bi rûbuna terorê û berevaniyê li hemû cîhanê.’’
Husên Yezdanpena bal kişand ser vî yekê: ‘’Başûr'ê Kurdistan'ê di heyama çend salên borî de bûye xwedî saziyên giring û malî û xelkê Kurdistan'ê dilxweşe bi vê yekê ku herêma Kurdistan'ê di qonaxa şerê çiyayan ve geheştiye şerê dengdana referandûmê û mafê xwe yê çarenivîsê diyar kirinê.’’
Serokê PAKê ragehand: ‘’Bê cudabûn divê pirsa referandûmê bibe piştevanek bihêz ku bi vê rêyê ve mafê gelê Kurdistanê bê diyar kirin, bi piştrastî ew mafê gelê kurd e û referandum palpiştek baş û bihêze bo paşeroja Kurdistanê. Referandûma herêma Kurdistanê dê bibe piştevanek bihêz bo parçeyên din ên Kurdistanê û ya rast ew ezmûn li parçeyên din ên Kurdistanê jî bê dubare kirin e.’’