Ji Barzanî aliyên iraqî û civata navdewletî re bangewazî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî aliyên iraqî û civata navdewletî re bangewazî kir ku rê li ber şer bigirin.

13.10.2017, Cum - 12:34

Ji Barzanî aliyên iraqî û civata navdewletî re bangewazî
Nuçe Belav bike

Barzanî di daxuyaniya xwe de ragihand ku Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Heyder Ebadî ji 10ê vê mehê di konferanseke rojnamevaniyê de gef xwaribû ku Artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî dê êrîşî Pêşmergeyan û Kurdistanê bike. Barzanî di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Bi mebesta êrîşirina ser hêzên Pêşmerge, bi berdewamî hêzên Heşdî Şeibî û leşkerên iraqî ji derdora bajarê Mûsilê heta derdora Kerkûk û Xaneqînê kom kirine."

Her wiha Barzanî di berdevamiya daxuyaniya xwe ya ku li ser malpera fermî ya hikûmetê de weşandiye li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bangî Rêberê Şîî Ayetûlah Seyid Elî Sîstanî, hemû aliyên iraqî, hemû rêxistinên sivîl û aştîxwaz, NY, Amerîka YE, dewletên endamên Hevpeyamna Dijî DAIŞê, Dewletên endamên Encûmena Ewlekariya Navdeweletî û welatên cîran kir û wiha got: "Rola xwe bi lezgînî bilîzin û destwerdsanê bikin daku herêmê ji şerekî nû dûr bixin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1030 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:31:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x