Ji Serokatiya Kurdistan hişyariyek girîng...

Serokatiya Kurdistan'ê ragihand ku; "Bi pêkhatina peymana di navbera Rejîma Sûriyê, Hîzbûllaha Lubnan û DAÎŞ'ê berbi sinorê Iraq'ê şandina DAÎŞ'îyan biguman tê pêşwazî kirin."

30.08.2017, Çar - 09:34

Ji Serokatiya Kurdistan hişyariyek girîng...
Nuçe Belav bike

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistan'ê Dr. Umêd Sebah ragihand: “Ajansên nûçeyan belav kirine, ku li gor rêkeftinekî bi guman, hêzekî zêde yê terorîstan ji Lubnan'ê ve veguhestine ser sînorê Iraq'ê.”

Sebah da xuyakirin, ku anîna wan hêzan ji Lubnan'ê ve bo rojhilata Sûriye û ser sînorên Iraq'ê, cihê gumanê ye û got: “Em gelek bi cîddî çavdêrî û dûvdaçûna wê dikin û em vê yekê weke dubarekirina wan senaryoyan dizanîn, ku di sala 2014 de hatine bi cîhkirin. Ev yek bibû sedema êş û nehametiya Iraq û navçeyê.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir: “Li vir radigihîn, ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistan'ê dê li gel Artêşa Iraq'ê di nava hemahengî û hevkariyeke tevahî de be ji bo rûbirûbûna her eger û pêşhatekê.”

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê jî duh bi daxuyaniyekê ragihandibû, ku li gorî rêkevtineke navbera DAIŞ'ê, Hizbullah a Lubnan'ê û rejîma Sûriyê de, bi sedan çekdarên DAIŞ'ê deverên sînorî yên Lubnan'ê terikandine û bi çek û teqemeniyan ve ber bi deverên sînorî yên Iraqê ve hatine veguhastin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku bicihkirina çekdarên DAIŞ'ê li deverên sînorî yên Iraqê di encama rêkevtina 3 salî ya di navbera DAIŞ, Hizbullaha Lubnan'ê û Sûriyê de pêk hatiye.

Roja 27ê Tebaxê, di navbera DAIŞ'ê, hizbûllah û rejîma Sûriyê de, li herêma Kalemûn a rojhilatê Lûbnan'ê agirbestek ragihandibûn. Hatibû ragihandin, ku armanca vê agirbestê rizgarkirina 9 leşkerên Lûbnanî yên di destê DAIŞ'ê de ye.

Li gorî vê rêkeftinê çekdarên DAIŞê dê ji bo Dêrezorê werin veguhestin û li hember vê DAIŞ leşkerên Lubnanî serbest berde.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1107 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:13:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x