Îro şeşemîn salvegera bûyerên 16ê Cotmehê ye. Kerkûk hîn jî di bin desthilatdariya leşkerî de ye, rojek derbas nabe ku li bajêr pêvajoya erebkirinê neyê kirin.
Li bajêr rewşek nebaş a ewlehiyê heye û Kurd ji îdareya Kerkûkê hatine dûrxsitin û rêveberiyeke ferzkirî ev şeş sal in bajar birêve dibe. Tevî ku Kurd piraniya xelkê parêzgehê ne, lê ti rola wan a îdarî û leşkerî nîne.
Di 6 salên borî de yek ji hewlên rêveberiya ferzkirî ya Kerkûkê ew bû ku nasnameya Kurdayetiyê ya bajêr biguhere. Tiştê ku niha li bajêr tê dîtin, wek ku ti Kurd li Kerkûkê nemabe.
Bazirganê Kerkûkî Mihemed Îsmaîl ku li bazara sereke ya Kerkûkê kar dike, dibêje: “Berî bûyerên 16ê Cotmehê û dema desthilatdariya Kurdan, li bajêr rewşeke gelekî cuda hebû. Ev bajar ku ez lê dixebitim ji sê parên wê Kurdî bûn, lê niha xelkê Tikrît, Hewîce, Bexdayê lê ne. Ez bawer nakim ku 20 Kurd lê mane.”
Li piraniya navçeyên Kerkûkê alayên hemû neteweyan û heta olan jî hatine bilindkirin, lê tenê tiştê ku qedexe ye ala Kurdistanê ye.
Piştî 16ê Cotmeha 2017an, proseya erebkirinê berfireh bûye, rûyê vî bajarî bi awayekî hatiye guhertin ku eger ev rewş berdewam bike, dibe ku di çend salan de ti sîmayeke Kurdî lê neyê dîtin.
Ji ber bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, Kerkûk û beşeke mezin ji axa derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hat jidestdan û niha daxwaz tê kirin ku bi her awayekî be guhertinekê li wî bajarî bê kirin, ji ber ku ew rewşa ku heye, ji aliyê welatiyên Kurd ve nayê qebûlkirin.