Li gor rêveberiyê, komisyonê 2 belgeyên fermî pêşkêşî Serokatiya Herêma Kurdistanê kirine, ji bilî birêvebirina referandûmê di dema xwe de, amadekariyên temam bo hilbijartina serokatiya herêmê û xula pêncemîn a parlementoya Kurdistanê di 1 Mijdara îsal de hatine kirin.
Rêveberiya Komîsyona Hilbijartin û Rapirsiyan ya Kurdistanê îro li ser fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo encamdana referandom û hilbijartinên giştî yên Kurdistanê civiya.
Piştî civînê, berdevkê komîsyonê Şêrwan Zirar daxuyaniyek da û ragihand, di civînê de bi piraniya dengan fermana Barzanî hat pesendkirin û hat gotin ku komîsyon dikare pê re bigihê.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî meha borî bi du fermanên cuda, daxwaz ji Komîsyona Hilbijartin û Rapirsiyan kiribû, roja 25 Îlona îsal referandomê encam bidin û roja 1 Cotmeha îsal jî hilbijartinên giştî û Serokatiya Kurdistanê pêk bînin.