Parlementerê Komeleyê bi televiyzona Iraqî ya bi navê Al Sumariyê re axivî û got," ramana Konfederasyonê wek alternatîveke cihêbûnê niha tê nîqaşkirin û divê were fêmkirin daku çareserî ji qeyranê re were peydakirin… Îro em li pêşberî du rêyan in; an bi temamî dê cihê bibin an jî dê bi şêweyeke ji bilî federasyonê em ê bi hev re bimînin. Teqez e ku em ê ya herî zirara wê kêmtir û hêsantir bibijêrin."
Herwiha parlementerî derbarê konfederasyonê de wiha got: Ew dê temsîlyeta dewleta kurdî li NYyê dabîn bike lê di heman demê de dê beşek ji Iraqê be û berjewndiyên wan ên hevpar hebin."