Kurdên Êzidî li Lalişê ji bo Rojavayê Kurdistanê diayan dikin

Karwanekî 100 kesî ya Kurdên Êzidî yên Rojavayê Kurdistanê, ji bo rêûresmên cejna Cemayê hatin Lalişê.

11.10.2023, Çar - 06:08

Kurdên Êzidî li Lalişê ji bo Rojavayê Kurdistanê diayan dikin
Nuçe Belav bike

Yek ji wan Kurdên Êzidî Gulnaz Ednana ji gundê Til Xatûna navçeya Tirbespiyê ya Dêrikê ye.

Gulnaz Ednan diyar kir dema wê sînorê Rojavayê Kurdistanê derbas kiriye bihîstiye ku gundê wan ji aliyê dronên Tirkiyeyê ve hatiye bombebarankirin.

Gulnaz Ednan diyar kir ku ew ev 4 roj in ji bo gundê xwe Til Xatûnê diayan dike û got:

“Dema min sînor derbas kir, êrişên dewleta Tirkiyeyê dest pê kir. Ev 4 roj in firokeyên Tirkiyeyê gundê me bombebaran dike. Ez çirayê ji bo gundê xwe pê dixim û diayan dikim.”

“Tenê hezar û 500 Êzidî mane Efrînê”

Ezîz Hemoyê ji Efrînê jî li gel karwana 100 kesî ya ji Rojavayê Kurdistanê hatiye Lalişê û beşdarî Cejna Cemayê bûye.

Ezîz Hemoyê da zanîn ku li Efrînê derdora 30 hezar Kurdên Êzdî hebûn û got:

“Piştî Efrîn hat dagirkirin, tenê 1500 kes mane, ji bilê gundên hatine çolkirin. Li gundê me Qestel Cindoye, berê 450 malên Êzidiyan hebûn lê niha 5 mal jî nemane. Zêdeyî wan koçberê Helep, Efrîn û welatên Ewropayê bûne.”

Kurdê Êzidê yê Rojavayê Kurdistanê Zuhêr Ado jî got: “Warên Êzidiyan hatin talankirin. Me li welatan belavkirin û xwestin bi vî rengî Êzidayetî tune bikin.

Li Rojavayê Kurdistanê derdora 85 hezar Kurdên Êzidî hebûn, ev hejmar sal bi sal hatiye guhertin û weke xwe nemaye, gundên wan vala bûne.

Lê ji ber kiryarên çekdaran yên revandin, kuştin, fidiyê standin, sivakeytîkirina bi Kurdên Êzidî, ji sedî 90 ji wan koçber bûn, mal û halên xwe bicî hiştin.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 230 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:22:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x