Li gorî nûçeya AAyê, xelkê Kerkûkê ji ber birîna ava Çemê Zêyê Biçûk Îran protesto kirin. Welatiyên ku li Parka Kelehê civiyan bi diruşman li hemberî Îranê xwepêşandan li dar xistin. Yek ji çalakvanên xwepêşandanê Çalak Îbrahîmê Kerkûkî got: "Îrana ku em wek cîran dibînin ava ku Xwedê daye me dibire. Sedem çi dibe bila bibe di vê germa havînê de gerek ev nekira."
Çalak Îbrahîm di berdewamiya axaftina xwe de got: "Welatê wan ji bêaviyê zehmetiyê dikişîne û eger ev pirsgirêk bidome dê pirsgirêk mezintir bibe."
Yek ji xwepêşandarê çalakiyê hûnermend Seyid Îhsan jî di axaftina xwe de ragihand ku birîna avê wek kuştina mirovan e.
Îhsan Îran şermezar kir û got: "Divê problemên siyasî wek ceza neyên ser xelkê û xelk bedelê vê yekê nedin."