Li Hewler parêzerekî ji Rojhilatê Kurdistanê rastî êrişa çekdarî hat

Li Hewlêrê parêzerekî ji Rojhilatê Kurdistanê li ber deriyê mala xwe rastî êrişa çekdarî hat.

17.11.2023, Cum - 05:48

Li Hewler parêzerekî ji Rojhilatê Kurdistanê rastî êrişa çekdarî hat
Nuçe Belav bike

Danê êvarê gule li parêzerê ji bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê Sohrab Esedulah Rehmetî ku ev 15 sal in li bajarê Hewlêrê dijî, hatin reşandin.

Sohrab Esedulah Rehmetî endamê Sendîkaya Parêzerên Kurdistanê ye.

Nûçegihana Rûdawê Helebce Sadûn li ber nexweşxaneyê ragihand ku berî 2 demjimêran gule li Sohrab Esedullah Rehmetî hatin reşandin û li gorî bijîşkan rewşa wî baş e.

Berpirsê Pêwendiyan ê Partiya Demokrata Kurdistana Îrana (PDK-Î) Amanc Zîbayî ji Rûdawê re got:

“Sohrab endamê PDK-Îyê ye. Me lêkolîna dosyayê ji asayîşa Herêma Kurdistanê re hiştiye lê ev yek karekî xirab ê li hemberî kesekî ku hewl dide qanûnê bicîh bîne ye.”

Hat ragihandin ku Parêzer Sohrab Esedulah Rehmetî berê jî gefên kuştinê lê hatibûn xwarin.

Amanc Zîbayî herwiha got:

“Ev salek e gef li wî tên xwarin. Guman heye ku ew kesên ku gef li wî xwarine ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve tên piştgirîkirin.”

Amanc Zîbayî diyar kir ku tenduristiya Sohrab Rehmetî baş e û bijîşk amadekariya emeliyata wî dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 290 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:24:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x