Li Kerkûkê bi çekan êrişî avahiya PDKyê hat kirin

Li parêzgeha Kerkûkê bi çekan êrişa avahiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat kirin.

27.07.2024, Cts - 10:51

Li Kerkûkê bi çekan êrişî avahiya PDKyê hat kirin
Nuçe Belav bike

Îro berdestê sibehê saet 03:00an avahiya Şaxa Sêyemîn a PDKyê ya li pişt bazara Ehmed Axa ya Kerkûkê hat gulebarankirin.

Berpirsê Şaxa Sêyemîn a PDKyê Aram Cebar li ser mijarê ji ajansa Rûdawê re got, “Şaxa me ya sêyemîn ji pişt ve hat gulebarankirin.

Pasewanên şaxê yekser bersiv da û ti ziyanek çênebû.”

Cebar wiha pê de çû, “Kesên ku gulebaran kirin peya bûn û piştî gulebaranê reviyan.

Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê hatin û li ser bûyerê lêkolîn kirin û kamerayên çavdêriyê kontrol kirin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 525 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:25:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x