Li gorî agahiyên hatine standin, berî çend kêliyan di nava cihek komkirina hesin ya li navçeya Kifrî ya ser bi Îdareya Germiyan, teqînek çêbûye.
Gorî agahiyan di encama teqînê de 2 karker bi giranî birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyê.
Derbarê teqînê de heya niha daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.