Li Kurdistan'ê Festîvala Fîlmên Navnetewî destpê dike

Festîvala Fîlmên Navnetewî ya Kurdistan 26 tebaxê li Hewlêr destpê dike.

21.08.2017, Pts - 07:59

Li Kurdistan'ê Festîvala Fîlmên Navnetewî destpê dike
Nuçe Belav bike

Li Kurdistan'a Başûr li bajarê Hewlêrê, Festîvala Navdewletî ya Fîlman ya Kurdistanê tê lidarxistin de wê 46 fîlm bête nîşandan.

Li Hewlêrê amadekariyên festîvala navdewletî ya fîlman tê kirin. Berpirsê wê festîvalê Şaxewan Mistefa ragihandiye, ew festîval ku navê wê Festîvala Navdewletî ya Fîlman ya Kurdistanê ye, dê bi dirûşma “Ber Bi Referandom û Serxwebûnê” tê lidarxistin.

Şaxewan Mistefa daye zanîn ku festîval dê roja 26 vê mehê dest pê bike û roja 30 mehê jî xilas be. Di festîvalê de 46 fîlmên dirêj, kurt, belgefîlm, enîmeyşin tên nîşandan ku 35 kit ji wan bo birina xelata festîvalê, hevrikiyê dikin.

Festîvala Navdewletî ya Fîlman ya Kurdistanê dê bi fîlma bi navê “Welatê Bê Ala” ya derhênerê kurd Behmen Qubadî, vebe û li salona “Impire Cinema” li Royal Mall ya Hewlêrê tê sazkirin.

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1189 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:16:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x