Li Kurdistanê bi du şêweyan petrol tê derxistin

Li Herêma Kurdistanê bi du awayan petrol tê derxistin yek bi fişara gazê ye û sirûştî ye û yên din jî bi pompan tê derxistin.

29.03.2023, Çar - 13:32

Li Kurdistanê bi du şêweyan petrol tê derxistin
Nuçe Belav bike

Derbarê girtina bîrên petrolê li Herêma Kurdistanê, pispor dibêjin ku du corên girtina bîran hene yek ji wan demkî ye û yan din herdemî ye, ya ku li Herêma Kurdistanê heye Demkî ye û bandoreke mezin nabe, lê eger herdemî be wê demê bandorê li ser bîrên petrolê bike.

Li Herêma Kurdistanê bi du awayan petrol tê derxistin yek bi fişara gazê ye û sirûştî ye û yên din jî bi pompan tê derxistin.

Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo Bendera Ceyhan hate rawestandin. Niha bendora wê biryarê li ser bîrên petrolê bûye rojev. Ji ber ku karîna mezin a Herêma Kurdistanê nîne ji bo embarkirinê.

Du corên girtina bîrên petrolê hene, demkî û herdemî.

Pisporê kolna bîrên petrolê Semîr Nuiman dibêje, tişta ku li Herêma Kurdistanê dibe dekmkî ye û ziyana wê nîne.

Dibe di hin keysan de, sûd ji girtina bîrên petrolê hebe, ji ber ku wiha dike hevsengiya navbera petrol, gaz û ava jêr zeviyê biparêze, ku bi sedema berhemanîna petrolê têk diçin. Lê têkçûna bîrên petrolê jî, egereke çaverêkirî ye.

Li Herêma Kurdistanê du cor ji berhemanînê hene, siruştî û destkar, ku bi rêya pompan petrol tê berhemanîn, lê guşara gazê gelek e û herdem bi awayekî siruştî tê berhemanîn.

Ji egera dirêjbûna westana hinardekirina petrolê, kompanya bîrên petrolê bi awayekî taybet digirin, da rastî metirsiyê nebin û boriyên wan bi sedema gaza (Înc 2-S) neyên daxuran û xwarin, lê pêwîstiya wê yekê bi xerciyê heye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 258 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:45:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x