Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê: Komara Tirkiyeyê dewleta neteweyî ya Kurdan e

Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê, Mehmet Uçum diyar kir ku Kurdan mafê xwe yê çarenivîsê bi kar aniye û Komara Tirkiyeyê dewleta neteweyî ya Kurdan e.

29.11.2024, Cum - 10:33

Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê: Komara Tirkiyeyê dewleta neteweyî ya Kurdan e
Nuçe Belav bike

Alîkarê Serokê Lijneya Polîtîkayên Hiqûqî yên Serokomariyê û Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum, li Enqereyê bersiv da pirsên rojnamegeran.

Li ser pirsa pêşhatên “pêvajoya nû” Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum got:

“Ji 1ê Çiriya Paşîn ve serdemek heye. Di vê serdemê de gelek nîqaş tên kirin.

Em behsa însiyatîfa dewletê dikin. Ev ne pêvajoyeke çareseriyê ya bi şêwazê berê ye, yan jî pêvajoyeke ku bi şêwazeke din e.

Komara Tirkiyeyê dewleta neteweyî ya Kurdan e. Tirkiye welatê Kurdan e.

Projeyeke emperyalîstan heye ku Kurd bidin dû avakirina dewletê.”

Mehmet Uçum di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurdan a bi statuyê re nîne.

Li gorî gotina Uçum berê li Tirkiyeyê pirsgirêkên dîndar, Elewî û Kurdan hebûn lê di van mijaran de pêşketin çêbûne û pirsgirêkên heyî hatine çareserkirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 73 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:24:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x