Berdevkê Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) Miles Caggins ji ajansa K24ê re ragihand: Hikûmeta Iraqê di van demên dawî de hin gavên gelek baş avêtine ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, lê girîng e Serokwezîrê li ser soza xwe bimîne û karibe vê yekê bike.
Tekez kir jî, ew wek kompanyayên petrolê tekezî li ser wê yekê dikin ku di paşerojê de, bê garantîkirin û pereyên hinardekirin û firotina petrolê bên dayîn. Herwiha got: “Derxistin û veberhênana petrolê li Herêma Kurdistanê li gor deverên din yên Iraqê, buhatir e.”
Herwiha Miles Caggins got: “Ji dema rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, Iraqê zêdetirî 22 milyar dolar dahat ji dest daye.”
Diyar kir jî, hikûmeta Amerîkayê zêdetirî 300 milyon dolar veberhênan di sektora petrolê ya Herêma Kurdistanê de kiriye. Her wiha got, rêveberiya Biden li gel wê yekê ye ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve bê destpêkirin.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî roja 5ê Mijdarê serokatiya civîneke Encûmena Wezîran a Iraqê kir û yek ji biryarên civînê, pesendkirina pêşniyarekê ji bo sererastkirina madeya (12/b2/c) ya yasaya bûdceya sê salan a hejmar (13 ya sala 2023) bû, ku taybet e bi lêçûna petrolê li Herêma Kurdistanê. Eger ew made bê sererastkirin, lêçûna berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê ji 5 dolarî bo 16 dolarî tê zêdekirin.