Koma Astana, di civîha dawî de tirkîye raserî lêpirsênê kirin û civîn bê encam belav bû. Ev hat wateya ku Astena rolê ku girtibû serxwe, pêkneanî û belav bû. Mîsyona wê bi dawî hat.
Piştî ragîhandina encama civîna dawî a Astana, li derdorê İdlib û Helebê êrîşên ezmanî yên rejîma Sûrîyeyê û Rusîyayê destpêkir. Li henber van êrîşan jî amadekarîyek hêzên Opozisyona Sûrîyeyê yên wek Heyeta Tehrîr El Şam û Ehrar El Şam, û Ceyş El Izze û hinek ji grûpên din destpêkiri bû.
Bi destpêkirina şerê navbera Îsraîl û Hizbûllahê re li Sûrîyê rewşa hêzên opozisyona Sûrîyeyê jî û pozîsyona wan jî hat guhertin. Ji ber ku, hêzên opozîsyona Sûrîyeyê ji destê milîsên Îranê û Hizbûllahê pir kişandi bûn. Bi destpêkirina şerê Îsraîlê li henber grûbên biser Îranê ve, hêvîyek nû ji opozisyona Sûrîyeyê re derket holê. Bi van êrîşên ser binkeyên milîsên Îranê û Hizbûllaha li Sûyeyê, kêfxweşîya xwe jî bi dengekî bilind dîyar kirin. Ev guhertin, dihat wateya ku wê rê ji wan re vebe ku herêmên xwe berfireh bikin.
Di navbera Îsraîlê û Hizbûllahê de ji bona Libnanê, ji bona du mehan agirbestê destpêkir. Di eslê xwe de ev agirbest hat wateya ku; wê Îsralê, li henber milîsên Îranê û Hizbûllaha Sûrîyeyê êrîşên xwe bidomîne û vê derfetê ji bona bidawîanîna piştgirîya îranê a lojîstîkî û a çekan bikar bîne.
Rewşa Rojhilata Naverast, her ku diçe berbi alozîyên hîn mezintir ve diçe. Şerê di navbera Îsraî-Emerîka û Îranê de, ji asta li henber hêzên terorê, derketîye astek navdewletî. Di navbera Suûdî Erebîstanê û Îranê de şidandinbûnek mezin heye. Şerê di navbera Hamas-Hizbûllah û Îsraîlê de, di astek bilind deye û Îran jî di vî şerî de beşdare. Li Libya, Yemen û Sûrîye-Libnanê jî şidandinîbûnek şer a di astek bilind e heye û berdewam e. Cîh bi cîh, hinek hêzên Haşdî Şabî yên İraqê jî beşdarî vî şerî dibin. Di herêmê de Têkilîya Rûsîyayê, Îranê û Tirkîyeyê a herêmê û hebûna Rûsîyayê, ku li hinek deveran tevlihevîyan geş dike, ev qeyran gihîştîye asta şerekî navdewletî.
Di navxwe de jî ev şer terorê xwedî dike û zorbatîyek sîyasî bi xwe re tîne. Binpêkirina mafê mirovî, binpêkirina mafê kêmhateyên netewî û olî, di herêmê de gihîştîye astek metirsîdar. Bi vê re sûçek organîzekirî derdikeve ber me; ku ji bona fînansekirina vî şerî bezirganîya madeyên hişbir, revandina mirovan û firotina organên mirovî, gihîştîye astek metirsîdar a seranserê herêmê. Ev jî tê wateya ku ji nû ve herêm ji hêla sîyasî de neyê dîzainkirin, wê ji bona jîyanê jî ewlehî nebe. Lingê din yê enerjîyê û bezirganîyê ye! Ev jî bê garantîyek sîyasî a ewlehîyê, ev xetên bezirganî û enerjîyê jî nikarin wek proje avabibin.
Emerîka naxwaze İraq beşdarî vî şerî bibe, hişyarî da Îraqê!
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller got, “Nabe Îraq rê bide ku axa wê ji bo êrişên terorê were bikaranîn.”
Bi destpêkirina Agirbesta di navbera Îsraîlê û Hizbûllahê de; Li derdorê İdlib û Helebê, di navbera Opozîsyona Sûrîyeyê û rejîma Sûrîyeyê-Rûsîyayê de şerekî dijwar, ku çekên giran tên bikaranîn, destpê kir. Ji 26.11.2024an de ev şer berdewam e û her ku diçe jî berfireh dibe. Bi destxistina 10 herêman ku 35 gundan digire nav xwe, şer destpêkir, niha herêmên ku hêzên opozîsyona Sûrîyeyê bidestxistîye, gihîştîye 245 kilometre çarkoşe. Heta niha bi sedan kujtî û birîndar hene. Şer gihîştîye ber bajarê Helebê. Carek din herêm rûbirûyî koçek mezin mirovî bûye.
Wek ku em dizanın; şerê navxweyî yê Sûriyê di sala 2011an de, bi serhildanên li dijî Esed di dema Bihara Erebî de dest pê kir. Artêşa Azad a Sûriyê ji bo şerê li dijî Esed, ku ji sala 2000î vir ve serokomar e, hat avakirin.
Şer, bi tevlêbûna aktorên herêmê û hêzên cîhanê yên wekî Erebîstana Siûdî, Îran, Tirkîyeyê, DYA û Rûsyayê mezin bû û ji aliyê pisporên navneteweyî ve weke "şerê wekaletê" hat pênasekirin. Di vê pêvajoyê de DAIŞ’ê jî di nava Sûrîyeyê û İraqê de cih girt, lê piştre bi hêza kurdan û piştgirîya Hêzên hevpeymanan DAÎŞê derbên giran xwar. Bi peydabûna DAÎŞê re rengê opozîsyona Sûrîyeyê hatibû guhertin û ji asta opozîsyonê derket û bibû hêzên wekaletê yên bi ser Tirkîyeyê ve. Kar û xebatên terorê, firotina madeyê hişbir û organên mirovan, rant û revandinan mirovan û xwestina fidyê, tazîkirina niştecîhên herêmê ji xwe re kirin kar.
Niha carek din vê opozîsyonê a Sûrîyeyê, li henber rejîmê dest bi firehkirina herêman kirîye. Li gor “Odeya Operasyonên (El Feth El Mubîn) ku Heyeta Tehrîr El Şam û Ehrar El Şam, û Ceyş El Izze û hinek ji grûpan li xwe digire, ev sê roje şerek ragihandîye.
Di virde pir ewe ku çima carek din Opîzîsyona Sûrîyeyê zînde bû derket qada şerê rejîmê? Bi raya min Opozîsyona Sûrîyeyê egera encamên ji nûve dîzaînkirina herêmê dît, an jî sînyal girt û dest bi şerê berfirehkirina axa xwe kir. Ev tê wateya, di îhtîmala perçebûna Sûrîyeyê de ji bona ku axek berfireh didestê xwe de bigirin, dest bi şerê berfirehkirina axa xwe kirine.
Ev têt wateya îhtîmala perçebûna Sûrîyeyê de, Ji hêla jor de; ji sînorê Antaqya-Haleb, di binya El Raqa re digihêje Dêre Zorê û derbasî sînorê İraqê dibe. Ji hêla jêr de jî; Ji Tertûsê, Hama-Humusê destpê dike, heta sînorên Şamê û digihîje sînorê İraqê. Tam di orta Sûrîyeyê de avakirina dewletek sûnî a ereba ye.
Gelo opozîsyona sûriyeyê ev pîlan daye ber xwe?
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.