Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîra Navxwe ya Brîtanya kir

Fermangeya Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehandiye, îro 28.011.2024, Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, pêşwazî li Wezîra Brîtanya Yvette Cooper kir.

29.11.2024, Cum - 10:26

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîra Navxwe ya Brîtanya kir
Nuçe Belav bike

Fermangeya Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehandiye, îro 28.011.2024, Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, pêşwazî li Wezîra Brîtanya Yvette Cooper kir.

Di civînê de herdu aliyan tekezî li karkirina hevbeş a Kurdistan û Brîtanya bo pirsgirêka aborî û aramî li navçeyê de kirin.

Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed ragehand: “Îro civîneke me ya pir baş hebû li gel Wezîra navxwe ya Brîtanya; di civînê de me herdu aliyan tekezî li ser pêywendiyên di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê de kir, ku pêywendiyeke dûr û dirêje. Herwaha li hev têgiheştineke baş heye, bo wan nîgeraniyên ku niha Cîhan jê re rûbirû bûye. Di derbarê koçberiya neyasayî ku yek ji nîgeraniyane de dibêje, “Brîtanya yek ji wan welatan bûye ku hertim piştgiriya Herêma Kurdistanê kiriye û bi awayekî berdewam di pêşxistin û aramiya li Herêma Kurdistanê de piştevan bûye.”

Wezîra Brîtanya Yvette Cooper ragehand: “Ji bo min şanaziyeke mezin e ku li Herêma Kurdistanê me û ev yekem serdana min e wek Wezîra Navxwe bo Derveyê Ewropayê, ku ev yek girîngiya peywendiyên me ligel Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan dide. Hikûmetên me û rayedarên me bi salan bi hev re xebitîn, bi taybetî di warên ewlehî, têkoşîna li dijî terorê û pirsgirêkên ku li herêmê rû bi rû mane, em dixwazin hevkariyên me berdewam bin.”

Di heyama bê de, bala me dê li ser rûbirûbûna tawanan û bihêzkirina ewlehiyê be, û ew hewldan ji bo geşbûna aborî girîng in.

Me gelek mijarên girîng gotûbêj kirin, ji wan çawaniya berdewamkirina hevkariyên me, hevkariya ji bo têkoşîna li dijî terorê û herwiha tekezî li ser têkoşîna li dijî qaçaxçîtiyê, bazirganiya mirovan û narkotîkê û çalakiyên din ên ku ji aliyê sûcdaran ve tên kirin.

Herwaha got, “Divê em bi hev re kar bikin ji bo parastina welatiyan li Kurdistanê, li seranserê Iraqê û li hemû welatan, ji ber ku tawankarên rêkxistî li ser sînoran kar dikin, pêwîstiya me bi hevkarî û rêkeftinên ewlekarî yên bihêz di navbera welatan de heye; Ev ji bo ewlekarî û mezinbûna aborî pêwîst e.

Wezîra Brîtanyayê di dawiya axaftina xwe de got: “Em bi hêvî ne ku hevkarîya xwe bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, hem di warê aborî û hem jî di warê asayîşê de ji bo paşerojê bidomînin, gelek spas ji bo xebata balkêş ku we di van salan de li herêma xwe kiriye."

 

Vî nûçeyê tevayî: 62 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:24:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x