Li paytextê Tirkiyeyê ‘Serxwebûna Herêma Kurdistanê'

Li paytextê Tirkiyeyê bi beşdariya Şêwirmendê Serkomarê Tirkiyê Çevîk, Balyozê Iraqê li Enqereyê El Elewî, Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Hewramî, Midûrê berê yê Nahrain Centerê Cibûrî panêla "Serxwebûna Herêma Kurdistanê" hat lidarxistin.

22.06.2017, Per - 06:28

Li paytextê Tirkiyeyê ‘Serxwebûna Herêma Kurdistanê'
Nuçe Belav bike

Li Enqereya paytext bi beşdariya Şêwirmendê Serkomarê Tirkiyê Îlnûr Çevîk, Balyozê Iraqê li Enqereyê Hîşam Elî Ekber El Elewî, Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî, Midûrê berê yê Nahrain Centerê Hemza Cibûrî panêla "Serxwebûna Herêma Kurdistanê" birêve çû.

Herwiha Şêwirmendê Serkomar Çevîk, derbarê avabûna Iraqê de got ‘welat li ser zemîneke şayik hatiye avakirin û hewl dide ku digel komên nijadî tevbigere. Li ser mudaxeleya Amerîkayê jî diyar kir ku ew wekî azadker hat lê bû dagirker.

Ji aliyê din ve Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî jî diyar kir ku kurdên li Iraqê ji berê ve di gelek qonaxên siyasî re derbas bûne û got: "Di nav pêvajoyan de soza ku dê kurd li Iraqê xwedî statuyeke taybet bin hem di dema qraliyê de hem jî di wextê hikûmetên cuda cuda de hatiye dayîn. Kurd li Iraqê wek şirîk nayên qebûlkirin û ji ber sedemên nijadî rastî şiddetê tên."

Hewramî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Piştî 2003an me Iraqeke nû hêvî dikir. Dê kurd li vî welatî wek şirîk bihatana dîtin. Sîstema federalî serkeftî nebû. Digel ku di destûrê de heye jî Iraqê bi têgihîştineke federalî nehat birêvebirin û konseyeke federal jî tuneye. Ev rewş ji bo Kurdistanê bi temamî cezakirin e. Em çima rastî cezayekî wisa tên? Dema hikûmeta Iraqê Sibata 2014an ev biryar stend, mixabin nerazîbûneke li dijî vê biryara Bexdayê ji şirîkên din ên siyasî nehat ser ziman."

Hêmin Hewramî di dawiya axaftina xwe de got: "Statukoyeke wisa me nagihîne tu ciyî. Loma em referandûmê dixwazin û dixwazin ji xelkê xwe bipirsin. Em ê referandûmê di 25ê Îlonê de bikin û em ji biryara xwe ya referandûmê paşde gav navêjin. Ev referandûma ku dê ji bo serxwebûna Kurdistanê çebibe heqê me yê tebîî û hiqûqî ye."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1459 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:46:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x