Li Soran merasîmekî rêzgirtina li Îsmaîl Beşîkcî birêve diçe

Di merasîmekê de bi sponseriya medyayî ya K24ê de, li Îdareya Serbixwe ya Soranê, rêzê li nivîskar û civaknasê dostê gelê Kurd Îsmaîl Beşîkçî tê girtin.

26.05.2022, Per - 10:32

Li Soran merasîmekî rêzgirtina li Îsmaîl Beşîkcî birêve diçe
Nuçe Belav bike

Li bajarê Soranê merasîmeke rêzgirtina li Îsmaîl Beşîkçî ya bi navê “Teoriya Serxwebûna Kurdistanê ji Ehmedê Xanî heta bi Îsmaîl Beşikçî” îro demjimêr 10.30 bi sponseriya K24ê tê lidarxistin, her wiha peykerê Beşîkçî jî li zanîngeha Soranê tê danîn.

Di çarçoveya merasîmekê de jî, rûniştineke taybet ya bi navê “Beşikçî û Teza Kurdistana Serbixwe” dê ji aliyê mamoste Hoşeng Dara ve were birêvebirin û 4 mijar tên pêşkêşkirin:

- Azad Cundiyanî: Girîngiya Teoriya “Kurdistan; Koloniya Navdewletî” di Piralîbûna Xebata Serxwebûnê de.

- Îbrahîm Gurbaz: Puxteyek derbarê rola Beşikçî de, Geşbûna Ramana Neteweyî ya Serxwebûna Kurdistanê.

- Dr. Îbrahîm Melazade: Girîngiya Teorîzekirina Hizra Neteweyî di Çarçoveya Akademîk de.

- Dr. Îbrahîm Mehmûd: Têza Fikr li Cem Beşikçî: Kurdistan Wek Nimûne.

Her wiha di demjimêr 16.00’an de li navçeya Şingilban a Rewandizê ya geştyarî jî dê bi merasîmekê kolanek bi navê Îsmaîl Beşîkçî bê vekirin.

Rûniştina duyemîn a merasîmê bi sernavê “Proseya Teorîzekirina Fikra Kurdistana Serbixwe” li Rewandizê dê were lidarxistin:

- Celal Temer: Fikra Serxwebûna Kurdistanê di Nav Bizava Rizgarîxwaziya Kurdistanê de li Bakur.

- Dr. Kawe Mehmûd:Pênasekirina Nasnameya Meseleya Niştimanî ya Kurdistanê.

- Ebubekir Karwanî: Kurd û Mafê Çarenivîsê, Awireke Îslamî ya Hevçerx.

- Eta Qeredaxî: Fikra Serxwebûna Kurdistanê Li Cem ”Alim û Rewşenbîrên Neteweyî, Wek Mînak Ehmedê Xanî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 444 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:32:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x