Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî vê sibehê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Piştî vê jî hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî dest pê kir.
Her du aliyan mijarên wekî “pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê, budce û petrola Kurdistanê” nirxandine.
Serokwezîrê Îraqê dê piştî temasên xwe yên li Hewlêrê derbasî Silêmaniyê bibe.
Li gorî agahiyên Rûdawê dê “petrol, avakirina hikûmeta nû û Rêya Bipêşketinê” mijarên sereke yên hevdîtinan bin.
Hat zanîn ku dê Sûdanî li ser avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bi aliyên pêwendîdar re hevdîtinan bike û wan teşwîq bike da ku hikûmetê ava bikin.
Pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û rêyên çareserkirina wan dê mijareke din a hevdîtinan be.
Ofîsa Sûdanî daxuyanî da
Ofîsa Mihemed Şiya Sûdanî piştî hevdîtina wî û Mesrûr Barzanî daxuyaniyeke nivîskî da û got:
“Her du aliyan daye zanîn ku divê Biryara Dadgeha Federal a li ser dayîna mûçeyan were bicihanîn.”
Li gorî daxuyaniyê, Sûdanî ji bo serkeftina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya di hilbijartinan de Mesrûr Barzanî pîroz kiriye.
Ofîsa Sûdanî amaje pê kir mijarên “pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û petrola Herêma Kurdistanê” jî hatine gotûbêjkirin.