Ji hêla hêzên Îzzeddîn-El Kassam de bi navê “Tûfana Aksa“yê HAMAS di 7ê Cotmeha 2023 an Êrîşî Îsraîlê kir. Ew roj biryara şerekî bihêz, teknîkî û bêhempa hat dan. Hamas bi vê êrîşê re di nava 2 kathejmêran de 1200 mirovên bêguneh kujt, revand û êsîr girt. Karesatên nemirovane bi serê kesên ketin dest de anî.
Di destpêkê de Îsraîl xwest ku Emerîka bi hevpeymanên xwe re dakeve qadê û pêşîya dewleta ku van êrîşan teşwîk dikin, diparêzin û xwedî dikin bigire. Helbet ev dewlet Îran bi xwe bû. Mixabin li pêşîya Emerîka hilbijartin hebûn û daxwaza Serokê Emerîka Joe Bîden ew bû ku heta dema wî biqede, di rojhilata Naverast de şerekî mezin destpê neke û rewş ji kontrolê dernekeve.
Êrîşên ser ewlehîya Îsraîlê berdewam bû. Îsrail ket Xezayê. Kujtin, koçberî û wêrankirinê destpê kir. Hûsîya Yemenê û Hizbullah a Libnanê jî ket nav şer. Ji hawîdorên Îraîlê bi hezaran mûşekan êrîş hatin ser Îsraîlê. Îsraîlê ji hêlekê de li ber xwe dida, ji hêlekê de pêşî li van êrîşan digirt. Lê ji hêla din de jî dixwest ku Emerîka berpirsîyarîya xwe bîne cîh ku Îsraîl di bin tehdîdek mezin deye.
Di nava vê hemahengîya êrîş û şer de Îsraîl têgihîşt ku ne dema sîyaseta Statûkoparêz û gotinên sexte yên aşitîyê ne. Dîsa têgihîşt ku pêşî li van hêzên Îslamîst yên jahrî, ku bi emrê Îranê tevdigerin û jiholê rakirina Îsraîlê ji xwe re kirine armanc têk nebe, bayê aşitîyê li rojhilata Naverast nayê. Ev roj, roja biryara Îsraîlê bû ku ji nûve Dîzaînkirina Rojhilata Navîn (DRN) girt ser xwe û bi hemû hêza xwe daket kada şer. Emerîka jî mecbûr kir ku bibe piştgirê Îsraîlê.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, di van şertan de beşdarî civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî a 27ê Îlona 2024an bû. Di vê civînê de li ser helwesta wan a li henber Îsraîlê pir sert, sazîya Netewê Yekgirtî rexne û şermezar kir û li nav çavê wan mêze kir û got; „Hûn piştgirîya terorê dikin, hûn rê didin êrîşên Îranê û hêzên wê yên wekaletê! Li henber van êrîşan, wê Îsraîl xwe biparêze û wê serkevtî be jî.“
Îsraîlê, Piştî êrîşa Hamasê a bi navê “ Tûfana Aksa“yê, pişta HAMASê şikand. Hamas bi dehan serkirde û bi hezaran leşkerên xwe wenda kir. Rû bi rûyî hilweşandina Xezayê bû û bû sebebê wêrankirina Xezayê û kujtin û koçberîya bi dehhezaran mirovên bê guneh.
Îsraîlê, li henber van hêzên wekaleta terorê, yên ku bi ser Îranê ve bi metodên nû yên şer dest bi êrîşan kir. Hin Hamas û Hin jî Hizbûllah, şerê leşkerî di nav civata medenî de dimeşand û Ew ji xwe re dikirin mertal, ku “lîteratora mahsûmîyeta kesên medenî û zarokan“ ji bona armancên xwe bikar bîne. Îsraîl ev rastî didît û metodên şer guhert. Bi hezaran hendy û bêtêlên dan û stendinê di destê leşkerên Hizbûllahê de teqand. Vê êrîşa ku du rojan dom kir, bi hezaran seqet bi dû xwe ve anî û 5 hezar leşker û serkirdeyên şer yê Hizbûllahê tasfîye kir. Ev metodek nû ya Îstîhbaratî-teknîkî a şer bû.
Bi vê re Îsraîlê, bi serkevtinek dahîyane a Îstîhbaratî-teknîkî civînek serkirdeyên Hizbûllah û Îranê şopand û di avahîyek pirqat de, bi balafira şer a F35 bombe kir. Civîna serkirdeyên Hizbûllah û îranê, heftqat di bin erdê de bi bombeyên tonan, 20 serkirde û serokê Hamasê Hasan Nasrallah jî dinav de kujt. Ev gavek din a serkevtinên metodên Îsraîlê bû. Berê li Îranê jî serkêşê HAMASê di mala ku lê dimane kujti bû. Ev serkevtinên îstîhbaratî yên Îsraîlê bûn.
Îsraîlê, pir eşkere biryara ji nûve Dîzaînkirina Rojhilata Navîn girtîye ser xwe û gefan li Îranê jî dike. Îro di hesabê xwe yê (X)ê de eşkere dike ku; "Her dema ku bibe, qonaxa dawî ya şer dê li Tehranê be." Bi daxûyanîyê re jî gazî gelên Îranê dike û dibêje; “Em ê zemînekê ji gelê Îranê re amade bikin; em ê wan bi hev re azad bikin.“
Artêşa Îsraîlê serê vê sibê (01.10.2024) ragîhand ku; „serê sibeha îro, li gorî biryareke siyasî, hêzên wan li Libnanê dest bi operasyoneke bejahî ya sînordar kiriye.“
Ji hêla teknîkî û Îstîhbaratî de Îsraîl niha (01.10.2024) di 5 herêman (Yemen, Libnan, Xeza, Sûrîyê û İraqê) de di şer de ye.
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahu, di axavtina xwe ya civîna Civata Giştî a Neteweyên Yekbûyî ku di 27ê Îlona 2024an de pêkhat de projeyek din a sebebên ji nû ve DRN dîyar dikir û eşkere digot:
“Ew nîşan dide ku Îsraîl û hevkarên wê yên Ereb pireke bejayî ava dikin ku Asya û Ewropayê girêdide. Di navbera Okyanûsa Hindî û Deryaya Navîn de, li ser vê pirê, em ê xetên trênê, boriyên enerjiyê û kabloyên fiber optîk deynin, û ev ê ji baştirkirina jîyana 2 mîlyar mirovî a re xizmetê bixwe ye.“
Di avakirina vê projê de, du dewlet pêşî li wan têt girtin. Yek Tirkîye û a din jî îranê ye.
Di dûmayîka axivtina xwe de Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahu, diyar dike ku; „Ji ber ku destdirêjiya Îranê, eger neyê kontrolkirin, dê her welatekî Rojhilata Navîn û gelek û gelek welatên cîhanê bixe xeterê, ji ber ku Îran dixwaze radîkalîzma xwe li derveyî Rojhilata Navîn ferz bike.“
Du lingên projeya nû a DRN heye. 1-tasfîyekirina terorê û guhertina nexşeya Rojhilata Naverast.
2- Avakirina xeta enerjîyê ya nû ku Asya û Ewropayê bi hev ve girêdide.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.