Mele Bextiyar: Ev 30 sale ku em li hember Bexda berxwe didin

Endamê Polîtburoya Yekîtiya Welatparêzên Kurdistan Mele Bextiyar, "Biryarên dorpêçê ku Bexda piştî referandûma Serxwebûnê li hemberî Kurdan girtine dûbareya dîrokê ye" got.

30.09.2017, Cts - 07:44

Mele Bextiyar: Ev 30 sale ku em li hember Bexda berxwe didin
Nuçe Belav bike

Mela Bextiyar ragihand, heger hikûmeta Iraqê bixwaze biryarên xwe bisepîne û bijardeya leşkerî li dijî Herêma Kurdistanê hilbijêre, ji mafê me ye berevaniyê li xwe bikin. Berevanî ji aliyê Kurd ve karekî pîroz e.

Mela Bextiyar amaje bi wê kir, tiştê niha rû dide, dubarebûna dîrokê ye û di salên borî de li dijî hatibûn kirin. Kurd di dema berê de karî 30 salî di dorpêçê de berxwe bide.

Berpirsê Desteya Karîger a Polîtburoya YNKê dibêje jî, mejiyê berpirsên Iraqê li ser demokrasiyê metirsî ye. Mela Bextiyar dipirse jî, di welatekî cîhanê de heye, parlemanto di 20 xulekan de 18 biryaran pesend bike? Wê yekê jî bi şovîniyet û tundrewiya li dijî mafên gelê Kurd li Iraqê binav dike.

sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1230 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:29:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x