Mesrûr Barzanî: Lazime Kurd fêde ji pêgeha xwe werbigre

Mesrûr Barzanî dibêje serdana Fransisco Hollande bo Kurdistanê gelek girînge

02.01.2017, Pts - 15:09

Mesrûr Barzanî: Lazime Kurd fêde ji pêgeha xwe werbigre
Nuçe Belav bike

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku îro li gel Serokê Kurdistanê û Serokê Franseyê serdana çiyayê Zirtekê kiribû derbarê serdana Serokê Franseyê Fransisco Hollande bo Kurdistanê got: Ew serdana han serdaneke gelek girînge û nîşaneya bihêz bûna pêgeha Kurdistanê li ser asta cîhaniye.

Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir ku lazime Kurd fêde ji girîngî û bihêziya pêgeha xwe werbigre û bo xwe biryar li ser çarenivîsa xwe bide.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de eşkere kir ku têkiliyên navbera Kurdistan û Franseyê têkiliyên gelek baş û bihêzin û ew cara duyeme ku Serokê Franseyê serdana Kurdistanê dike û di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê de gelek hevkariyên baş yên leşkerî û însanî pêşkêşî hêzên pêşmerge û Kurdistanê kiriye.

Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir ku hijmareke berçav ji şêwirmend û psporên leşkerî yên Frensî di warê perwerde kirinê de jî gelek hevkariya hêzên pêşmerge kirine û ew perwerdehiya han jî di şerê dijî terorîstên DIŞIê de bandoreke gelek mezin hebûye.

Mesrûr Barzanî derbarê hijmara terorîstên DIŞIê yên ku niha di destê hêzên pêşmerge û hêzên ewlekarî yên Kurdistanê de bidîl hatine girtin got: Heta niha hijmarek ji terorîstên DIŞIê di eniyên şer de û hijmareke din jî yên ku weke endamên tîmên razayî yên DIŞIê kar kirine ji aliyê hêzên ewlekarî yên Kurdistanê ve hatine girtin lêbelê ti terorîstek ku welatiyê Franseyê bi ji aliyê hêzên pêşmerge û hêzên ewlekarî yên Kurdistanê ve nehatine girtin.

Derbarê civîn û hewldanên heyî yên di navbera part û aliyên siyasî yên Kurdistanê de jî Mesrûr Barzanî eşkere kir ku lazime part û aliyên siyasî yên Kurdistanê fêde ji girîngiya pêgeha Kurdistanê li ser asta cîhanî werbigrin û tevahiya hewl û hêzên xwe bi tevger bikin daku kêşeyên heyî di navbera xwe di bi rêya diyalogê çareser bikin û berejwendiyên netewî bixin pêşiya berejwendiyên part û aliyên siyasî û armanca wan ya herî mezin û girîng lazime ew be ku gelê Kurdistanê bo xwe çarenivîsa xwe destnîşan bike û biryar li ser pêşeroja xwe bide.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1076 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:15:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x