Mesrur Barzanî: Êdî Dervey çîya dostê Kurdan Amerîka ye

Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, peyamek pêşkeşî rêveberîya nû ya Amerîkayê bin serokatîya Trump, bi rêya kanaleke bi navûbang ê Amerîkayê ve kir û ragihand, 'Hêvîdarim jî niha û pê de em bikarin bibêjin dervey çiya, Amerîka jî hevalê me ye.'

12.01.2017, Per - 11:51

Mesrur Barzanî: Êdî Dervey çîya dostê Kurdan Amerîka ye
Nuçe Belav bike

Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî di bernameya Çîrokên Şer a kanala Fox News a Amerîkayê re ragihand ku Kurdan ji bona û di cîha hemû cîhanê de qurbanî dan û xwîn rijandin.

Di bersiva pirseke pêşkeşvanê bernameya çîrokên şer a kanala Fox News derheqa "Kurd çi peyamekê bo rêveberiya nû ya Amerîkayê re dixwaze", Mesrûr Barzanî ragihand û got: ‘’Em daxwaz ji rêveberiya nû ya Amerîkayê dikin, qurbanî dana me kurdan li ber çav be.’’

Herweha Mesrur Barzanî gotina xwe berdewam kir û, "ji bo ew bîr û bawerî û nirxên ku xelkê Amerîkayê rêz lê digre me qurbanî dane" got.

Derbarê nêrînên herêma Kurdistanê yên derbarê azadî û demokrasî de jî got: ‘’Baweriya me bi azadî, demokrasî, rêz girtina mafê mirov, azadiya olî û pêkvejiyanê heye, ji bo wê jî giringe Amerîka piştevaniyê li herêma Kurdistanê bike.’’

Derbarê dostayetiya kurd û hêviya xelkê Kurdistanê ya bi Amerîkayê de jî Mesrûr Barzanî got: ‘’Gotineke kevin heye, ku dibêje kurd dervey çiya ti dostekî wan tuneye, ez hêvîdarim ji naha û pê de em bikarin bibêjin dervey çiya Amerîka jî dostê kurda ye.’’

Avesta
Vî nûçeyê tevayî: 1357 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:24:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x