Mesrûr Barzanî, Cejna Çilê Havînê ya Kurdên Êzidî pîroz kir 1 demjimêr berê

Mesrûr Barzanî, Cejna Çilê Havînê ya Kurdên Êzidî pîroz kir.

02.08.2024, Cum - 17:29

Mesrûr Barzanî, Cejna Çilê Havînê ya Kurdên Êzidî pîroz kir 1 demjimêr berê
Nuçe Belav bike

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriyê dide Kurdên Êzidî û got:

“Ez bi helkefta Cejna Çilê Havînê pîrozbahiyeke germ arasteyî tevahiya xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistanê û cîhanê û bi taybetî jî li Birêz Mîrê Êzidiyan û Baba Şêx û civata rûhanî dikin.

Ez hêvîdar im cejnê di xweşî û tenahiyê de derbas bikin.

Em bi vê helkeftê piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo maf û daxwazên xwişk û birayên Êzidî dupat dikin.

Cejna Çilê Havînê pîroz be û her tim di xweşiyê de bin.”

Cejna Çilê Havînê

Cejna Çilê Havînê cejneke sereke ya Kurdên Êzidî ye.

Kurdên Êzidî her sal 2yê Tebaxê vê cejnê bi çalakiyên cuda pîroz dikin.

Gelek Êzidiyên ku li derveyî welêt dijîn jî ji bo pîrozkirina vê cejnê berê xwe didin Başûrê Kurdistanê.

 

Vî nûçeyê tevayî: 352 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:54:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x