Mesrûr Barzanî: Em hewl didin budceyeke taybet ji Helebceyê re bê veqetandin

Mesrûr Barzanî li ser parêzgehbûna Helebceyê got, "Em bi Hikûmeta Federal re di pêwendiyên berdewam de dibin da ku budceyeke taybet ji Helebceyê re bê veqetandin."

15.04.2025, Sal - 10:27

Mesrûr Barzanî: Em hewl didin budceyeke taybet ji Helebceyê re bê veqetandin
Nuçe Belav bike

Parlamentoya Îraqê yasaya parêzgehbûna Helebceyê pesend kir û ew bajarê Herêma Kurdistanê bû 19emîn parêzgeha Îraqê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser parêzgehbûna Helebceyê peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got:

"Bi boneyî pejirandina qanûna parêzgehbûna Helebceyê ji aliyê Parlamentoya Îraqê ve, pîrozbahiyên herî germ li xelkê têkoşer û qurbanîder û mezlûm ê Helebceya şehîd dikim.

Ev biryar padaşta herî kêm a êş û azarêm xelkê niştimanperwer û xoşewîst ê Helebceyê ye.

Destxweşî li endamên Parlamentoya Îraqê dikim û hêvîdar im temamkirina rêkar û pêngavên parêzgehbûna Helebceyê, bibe destpêkek ji bo zêdetir xizmetkirina xelkê vê parêzgehê.

Di vê derbarê de, bi Hikûmeta Federal re di pêwendiyên berdewam de dibin da ku bi awayekî şayiste, xizmeta wê herêmê were kirin û budceyeke taybet ji bo zêdetir avadankirina Helebceyê were terxankirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ku her tim xwe bi deyndarê qurbanîdanên malbat û kesûkarê şehîdên serbilind dizane, dê berdewam be di pêşkêşkirina xizmetguzariyên zêdetir ji bo xelkê parêzgeha Helebceyê û hemû herêmên din ên Kurdistanê."

 

Vî nûçeyê tevayî: 120 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:23:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x