Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê li gor navçeyê aram e, rêz li mirov digre

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 20.11.2019ê beşdarî Dîdara Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn a zankoya Amerîka – Kurdistan a li Duhokê bû û di semînerekî de daxuyaniyên giring dan.

21.11.2019, Per - 06:09

Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê li gor navçeyê aram e, rêz li mirov digre
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragehand, herêma Kurdistanê li gor herêmê aramtire û rêz li mirov tê girtin, ji ber wê jî koçber berê xwe didin herêma Kurdistanê.

Barzanî got: ‘’Dema pirsgirêkên mirovî pêktên, gelek pirsgirêkên din hene, serhildana terorê û diyardeya nijadî, cudayiyên siyasî, têkçûna aborî û wan hemûyan wisa kiriye ku koçberî û penaberî zêde bibin.’’

Herwaha got, naha em dibînin xelkekî zêde berê xwe didin Kurdistanê, ev yek ji ber Kurdistan navçeyekî aramtir e û rêz ji xelkê re digre û wan diparêze ku ji ber teror û tirsê reviyane.

Mesrûr Barzanî aşkera kir, herêma Kurdistanê milyonek û nîv koçber û penaber li xwe girtiye. Vê dema nêzîk jî em dibînin ji Sûriyê nêzîkî 60 hezar penaberan sînor derbas kirin û li wargehên penaberan hatin bicîh kirin. Min serdana wan kampan kir, têbinî li ser ew êş kêşandinên wan kir.

Serokê hikûmetê dibêje, li gor wî ji bo çareser kirina wan êşan divê sedemên reva wî xelkî li navçeyê çine helsengandin lê bê kirin. Eger em lê binêrin em dibînin temamê herêmê di pirsgirêkan de ye. piraniya xelkê navçeyê bicîh dihêlin û tên Kurdistanê. Ji ber li navçeyên xwe hest bi parastinê nakin. Ev berpirsyartiyekî mezin û erkekî girane bo herêma Kurdistanê, çend sale me ev erke xistiye ser milê xwe.

Herwaha daxwaz ji hikûmeta Iraqê û civaka navnetewî jî kir, alîkariya herêma Kurdistanê bikin, ji ber heta naha ew alîkarî di wê astê de nînin ku em erkê xwe bicîh bînin. Erk zêdetir li ser milê herêma Kurdistanê ye, ku salane zêdetir ji milyarek û nîv xercê wê heye, çareserî heye ew jî alîkariya wî xelkî kirine. Lê dê çawa wegerin, eger asayîş, aramî û cîhekî parastî nebe? Hinek ji koçberan wegeriyan, lê dîtin nîvê wan xizmetên ku pêwîste bên pêşkeş kirin, nehatine pêşkeş kirin, ji ber wê jî bi naçarî careke din wegeriyan.

Ji bo guhdar kirina axaftina serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û pirsên lê hatin kirin û bersiva wî li videoyê binêrin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 678 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:44:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x