Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 14.04.2025) di salvegera Enfalê de peyamek ragehand, “Di salvegera 37ê ya pêlên Enfala bednav de, em şehîd û qurbaniyên jenosîda Enfalê bi rêzdarî bibîr tînin, ku rijêma berê ya Îraqê bi dehan hezar kesên bêtawan ê Kurdistanê veguhastin biyabanên başûr û naverastên Îraqê û di gorên bikom de bi saxî binax û winda kirin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê her di wê peyamê de gotiye, “Jenosîda Enfalê tawankariyeke mezin bû li dijî ax û xelkê Kurdistanê hat kirin û heta niha jî verêj û encamên wê komkujiyê her mane.”
Mesrûr Barzanî pêdivî jî dibîne ku, “Hikûmeta Federalî bi hestkirina bi erk û berpirsyarîtiyên xwe yên qanûnî û destûrî û exlaqî kesûkar û hemî zirardîtiyên jenosîda Enfalê û hemî stemlêkiriyên din ên destê rijêma Beisê ji aliyên madî û mînevî ve qerebû bike.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê “di salvegera vê pêla tawankarî ya şovînî de” pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi “zêdetir xizmetkirina kesûkar û binemalên Enfalkirî û şehîdên Kurdistanê” tekez dike.
Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:
Di salvegera 37ê ya pêlên Enfala bednav de, em şehîd û qurbaniyên jenosîda Enfalê bi rêzdarî bibîr tînin, ku rijêma berê ya Îraqê bi dehan hezar kesên bêtawan ê Kurdistanê veguhastin biyabanên başûr û naverastên Îraqê û di gorên bikom de bi saxî binax û winda kirin.
Jenosîda Enfalê tawankariyeke mezin bû li dijî ax û xelkê Kurdistanê hat kirin û heta niha jî verêj û encamên wê komkujiyê her mane û divê Hikûmeta Federalî bi hestkirina bi erk û berpirsyarîtiyên xwe yên qanûnî û destûrî û exlaqî kesûkar û hemî zirardîtiyên jenosîda Enfalê û hemî stemlêkiriyên din ên destê rijêma Beisê ji aliyên madî û mînevî ve qerebû bike.
Di salvegera vê pêla tawankarî ya şovînî de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendbûna xwe bi zêdetir xizmetkirina kesûkar û binemalên serbilind ên Enfalkirî û şehîdên Kurdistanê tekez dike.
Silav li canê pakij ê şehîdên Kurdistanê, bîranîna şehîd û Enfalkiriyan her bilind û şkodar be.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê