Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im pêşangeha HITEX bibe derfetek ji bo zêdetir pêşdebirina Herêma Kurdistanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 5emîn Pêşangeha Navdewletî ya Teknolojiyê ya Hewlêrê (HITEX 2024) vekir.

03.09.2024, Sal - 12:10

Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im pêşangeha HITEX bibe derfetek ji bo zêdetir pêşdebirina Herêma Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek di vekirina pêşangeha HITEX de pêşkêş kir, tê de bixêrhatina beşdaran kir û hêvî xwest ku pêncemîn pêşangeh û konferansa Hitexê “bibe derfetek ji bo zêdetir pêşdebirina Herêma Kurdistanê û girêdana bi bazar û cîhana teknolojiyê re.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Elektronîkirina karûbarên hikûmetê û dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî ji bo baştirkirin û bilezkirina asta xizmetguzariyan û nehiştina burokrasî û herdirkirina çavkaniyên giştî, yek ji armancên me yên sereke bûye.”

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî Fermangeha Teknolojî û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi yek ji ofîsên herî çalak bi nav kir û got, ew kar ji bo avakirina jêrxaneke dîjîtal a bihêz û pêşketî dike.

Diyar kir jî: “Me vê dawiyê stratejiyeke veguhertina dîjîtal li Herêma Kurdistanê ragihand, bi mebesta pêkanîna hikûmeteke dîjîtal a nûjen ku dê proseya geşepêdana me ya aborî berfirehtir û bileztir bike, bi awayekî ku welatî bibin navenda giringîpêdanê bi rêya bikaranîna teknolojiyayê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser girniya hebûna sîstemeke bankî ya bihêz, bi bandor û çalak Herêma Kurdistanê kir û got: “Di vî warî de, me dest bi reforma pergala bankê kiriye, da ku binesaziyek aboriya dîjîtal a nûjen û bihêz ava bibe ku bikaribe li gorî pêşkeftinên nûjen tevbigere.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Ez dikarim bibêjim ku em niha li ser rêya rast a guhertin û çaksaziyê ne di warê teknolojî û dîjîtalkirina karûbarên bankî û darayî de, ku dê karsaz û veberhênerên li navçeyê û li seranserê cîhanê bêtir han bide ku bên Herêma Kurdistanê.”

Herwiha got: “Herêma Kurdistanê ji bo dîjîtalkirina karûbarên hikûmetê gavên baş avêtine. Bi pêkanîna stratejiya veguherîna dîjîtal, dê di gihandina karûbarên giştî de ji welatiyên me re, bi şêwazekî bilez û pêşkeftî guhertinek kalîte pêk were.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Îro, şoreşa teknolojiyê û jîriya çêkirî, werçerxaneke mezin di jiyana me de di her warî de çêkiriye, çi di warê ragihandinê de, hem jî di perwerde, tenduristî û karsaziyê de. Bêguman karwana guhertin û pêşkeftinê berdewam û bilez e û divê em kar bikin da ku bi baştirîn awa jê sûd werbigirin û xwe ji bo kêşe û pirsgirêkên ku rûbirûyê me dibin amade bikin. Ji ber ku her çend teknolojiyê jiyana me hêsantir û xweştir kiribe jî, divê em wê bi aqilmendî û berpirsiyarî di xizmeta mirovahiyê de bikar bînin.”

Amaje bi wê jî kir, “Dema ku min vê sibê serdana vê pêşangehê kir, ez bi rastî serbilind bûm ku ciwanên me di asteke weha bilind de karîne di warê teknolojiyê de ewqas pêşde biçin. Wan gelek kompanyayên xwe ava kirine û dahênan kirine û gelek ji van bernameyan bi xwe afirandine. Di axaftinên xwe yên li gel çend ji wan de, ez gelek kêfxweş bûm ku min bihîst ku hinek xizmetên dîjîtal ên ku wan çêkirine, ne tenê li Kurdistanê, lê li navçeyê jî dê sûdmend bin û bi rêya vê sîstema dîjîtal a ku wan ava kiriye, dê li cihên din bên bikaranîn pêwendiyeke rasterast û baştir bi Kurdistanê re were danîn, ku ew jî rêyeke din a naskirina Kurdistanê bi cîhanê be.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dawiya gotara xwe de got: “Careke din spasiya we dikim, spasiya amadekarên vê pêşangehê dikim û spasiya hemû kompaniyên beşdar di vê pêşangehê de dikim. Careke din bi xêr hatine, hertim serkeftî û sax bin, bila Kurdistana me jî avedan bimîne.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 175 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:58:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x