Mesrûr Barzanî şehîdkirina 4 welatiyên Kurd li Cindirêsê bi tundî şermezar kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser êrîşa li bajarokê Cindirêsê yê ser bi bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ya li dijî çend welatiyên Kurd peyamek belav kir.

21.03.2023, Sal - 15:47

Mesrûr Barzanî şehîdkirina 4 welatiyên Kurd li Cindirêsê bi tundî şermezar kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser êrîşa li bajarokê Cindirêsê yê ser bi bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ya li dijî çend welatiyên Kurd peyamek belav kir.

Îro Sêşemê 21ê Adara 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û ragihand: “Êvara duh li bajarokê Cindirêsê yê ser bi bajarê Efrînê, ji aliyê çend kesan ve, êrîşî ser ahenggiran û agirvêxistina bi boneya cejna Newrozê hat kirin, di encamê de bi mixabiyeke mezin ve, çar welatiyên Kurd hatin şehîdkirin.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Em sersaxiyê li malbata qurbaniyan dikin û hevxemê wan in û em hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazin. Em bi awayê herî tund jî, vê tawanê şermezar dikin û daxwazê ji berpirsên navçeyê dikin, lêpîrisîna pêwîst bikin û encamderên vê tawanê, bigihînin cezayê xwe yê yasayî.”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Êvara duh li bajarokê Cindirêsê yê ser bi bajarê Efrînê, ji aliyê çend kesan ve, êrîşî ser ahenggiran û agirvêxistina bi boneya cejna Newrozê hat kirin, di encamê de bi mixabiyeke mezin ve, çar welatiyên Kurd hatin şehîdkirin.

Em sersaxiyê li malbata qurbaniyan dikin û hevxemê wan in û em hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazin. Em bi awayê herî tund jî, vê tawanê şermezar dikin û daxwazê ji berpirsên navçeyê dikin, lêpirsîna pêwîst bikin û encamderên vê tawanê, bigihînin cezayê xwe yê yasayî.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 240 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:22:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x