Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata hunermend Mamoste Bakûrî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya Mamoste Bakûrî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata hunermendê rehmetî û hunermendên Kurdistanê kir.

03.11.2022, Per - 07:46

Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata hunermend Mamoste Bakûrî kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Bi xemgîniyeke mezin ve, min nûçeya koça dawî ya hunermendê navdar ê Kurdistanê Mamoste Bakûrî bihîst.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Roleke wî ya diyar di pêşvebirina awaz û muzîka Kurdî de hebû û xizmeteke mezin a hunera resen a Kurdî kiriye.”

Herwiha got: “Ez sersaxiyê li malbata cenabê wî û hunermendên Kurdistanê dikim. Xwedayê dilovan, giyanê wî bi bihiştê şad bike û sebr û dilniyayî bibexşîne her kesî.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 331 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:45:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x