METIRSÎ - Ji sedî 50yê dermanên Kurdistanê bi qaçax tên!

Berpirsên Wezareta Tendurustî ya Herêma Kurdistanê li xwe mikûr tên, ku li dermanxaneyên Herêma Kurdistanê dermanên qaçax hene. Rêveberiya Kontrolkirina Dermanan jî eşkere dike, ku ji sedî 50 yê dermanên li Kurdistanê bi qaçaxî hatine.

04.02.2017, Cts - 06:54

 METIRSÎ - Ji sedî 50yê dermanên Kurdistanê bi qaçax tên!
Nuçe Belav bike

Berpirsên Wezareta Tendurustî ya Herêma Kurdistanê li xwe mikûr tên, ku li dermanxaneyên Herêma Kurdistanê dermanên qaçax hene. Rêveberiya Kontrolkirina Dermanan jî eşkere dike, ku ji sedî 50 yê dermanên li Kurdistanê bi qaçaxî hatine.

Dermanên qaçax li seranserê dermanxaneyên Herêma Kurdistanê de peyda dibin.

Piraniya demanfiroşan jî ev yek piştrast kirin, nîvê dermanên wan ew derman in, ku bi qaçaxî tên Herêma Kurdistanê. Herwiha dermanfiroş dibêjin, li pişt bazirganiya demanan navê berpirsan heye.

dermanên qaçax ji ser Kerkûkê, ji Başûrê Iraqê, ji Tirkiye, Îran û Sûriyê ve tên Başûrê Kurdistanê. Herwiha beşek ji dermanên li Sûriyê tên yên sextet ne.

Rêveberê Kontrolkirina Kalîteyên Dermanan li Herêma Kurdistanê Şîrwan Sadiq jî ji Rûdawê re got, ku ji sedî 50 yê dermanên li Kurdistanê bi qaçaxî tên hinardekirin.

Sadiq eşkere kir, ku li pişt bazirganiya qaçax a demanan berpirsên îdarî û ewlekariyê hene.

Herwiha li gorî lêkolînan, dermanên qaçax di kogehên derveyî kontrola hikûmetê û sendîkaya dermansazan tên ragirtin. Herwiha li dermanxaneyên kolanan tên firotin.

Berdevkê Wezareta Tendurustî yê Herêma Kurdistanê Xalis Qadir got; “Li gorî salên derbasbûyî di van salên dawiyê de anîna dermanên qaçax kêm bûye. Niha qaçaxciyên dermanan dema tên girtin tên cezakirin. Belê li bazar jî heye. Pêwîste tenê yek navend hebe ji bo kirîna dermanan.”

Qadir ji bo pêşiya vê yekê bê girtin pêşniyara merkezîkirina hawirdeya dermanan dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1318 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:21:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x