Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller, îro di kongreyeke rojnamevanî de got: “Dengdana Kurdan mijareke cihê giringiya navdewletî ye û çendîn rêxistinên navdewletî çavdêriya hilbijartinan dikin.”
Herwiha Miller got: “Hilbijartinên Kurdistanê dê di 20ê Cotmehê de bên lidarxistin û em piştgiriyê li wan hilbijartinan dikin.”.
Got jî: “Hilbijartin proseyeke demokratîk e û em piştgiriyê didin hemû hewldanên azadî, dadperwerî û şefafiyetê dikin. Em hêvîdar in ku hilbijartin bê derengî were kirin.”
Miller da zanîn jî: “Ji bo ku ji amadekariyên hilbijartinê piştrast bin, em bi Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê û Nûnertiya Netewên Yekgirtî li Iraqê UNAMI re di pêwendiyê de ne.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê got jî: “Karmendên xwebexiş bi nûnertiya Amereka û Iraqê beşdarî çavdêriya hilbijartinan li seranserî Herêma Kurdistanê dibin.”
Miller got: “Em destxweşiyê li civaka sivîl û medyayê dikin, ji bo piştgirîkirina gotara siyasî û bilindkirina hişyariyê li ser mijarên ku ji bo gelê Herêma Kurdistana Iraqê girîng in