Nêçîrvan Barzanî daxwazek ji Kanadayê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîna li gel Wezîrê Berevaniya Kanadayê de daxwaz ji wî welatî kir, ku şîrketên kanadayî dehf bidin da ku li Herêma Kurdistanê karê hilbirînê bikin.

22.12.2016, Per - 07:10

Nêçîrvan Barzanî daxwazek ji Kanadayê kir
Nuçe Belav bike

Wezîrê Berevaniya Kanadayê Harjit Singh Sajjan ku bi serdanekê li Başûrê Kurdistanê ye, îro çarşemiyê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin û her du alî bi hev re civiyan.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ku li ser malpera fermiya wê hatiye belavkirin, ragihand, di civînê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya Kanadayê kir, ku alîkariyn leşkerî û mirovî ji Herêma Kurdistanê û Hêza Pêşmerge re şandiye û hemahengiya navbera Pêşmerge û pisporên leşkerî yên Kandayê bo rahênana pêşmergeyan bilind nirxand.

Nêçîrvan Barzanî hêvî kir, ku alîkariyên Kandayê û bi taybet jî alîkariyên mirovî bo Herêma Kurdistanê berdewam bin, çimku bi gotina Serokwezîr Barzanî, piştî destpêkirina operasyonên rizgarkirina Mûsilê hejmara koçberên ku berê xwe dane Herêma Kurdistanê, zêdetir bûye û hatina wan hêj jî berdewame.

Li gorî daxuyaniyê, Barzanî di civînê de ji Wezîrê Berevaniya Kanadayê re behsa derfetên hilbirînê li Herêma Kurdistanê kir û got: “Rewşa Herêma Kurdistanê bi ewle ye û derfeta hilbirînê di niha û pêşerojê de jî heye, bi awayekê ku ew derfet ji Herêma Kurdistanê ve bo hemû beşên din ên Iraqê were veguahstin û di vê bareyê de jî dibe ku her ji niha ve zemîne were amadekirin.”

Nêçîrvan Barzanî daxawz ji Harjit Sajjan û Hikûmeta Kandayê jî kir, ku şîrketên Kanadayî han bidin da ku li Herêma Kurdistanê dest bi hilbirînê bikin.

Barzanî amaje bi pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî kir û diyar kir, di warê serbazî de, hemahengiyeke baş di navbera her du aliyan de heye û tekezî li ser berdewamiya wê hemahengiyê jî kir.

Barzanî spasiya civaka navdewletî û welatên hevpeyman jî kir, ku di demên bihorî de alîkariya Kurdistanê kirine û hêvî jî xwast, ku di pêşerojê de bi heman awayê berê li ser alîkariyên xwe berdewam bin.

Derbarê rewşa Mûsilê de jî, Serokwezîr Barzanî ragihand, ku pêwîst e planeke siyasî ya giştî bo qonaxa piştî rizgarkirina Mûsilê û vegerandina bawerî û asayişê bo welatiyên wê deverê hebe.

Li gorî malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di vê civînê de Wezîrê Berevaniya Kanadayê Harjit Singh Sajjan kêxwşiya xwe li hember serdankirina Kurdistanê nîşan da û destxweşî li xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku di wê rewşa dijwar de xwaragir bûne û di warê serbazî û mirovî de pêşketinên baş bi dest xistine.

Harjit Sajjan herwiha spasiya Hêza Pêşmerge jî kir, ku li gel pisporên kanadayî yên bo rahênan û perwerdeya leşkerî bi awayekê baş hevkar bûne û amadeyiya welatê xwe jî bo alîkariyên pêwîst ragihand.

Sajjan herwiha ewlehî û îstiqrara li Herêma Kurdistanê jî bi derfet û dehfdaneke baş bo encamdana hilbirînên biyanî bi nav kir, da ku berê xwe bidin Kurdistanê û dest bi hilbirînê bikin.

Wezîrê Berevaniya Kandayê tekez jî kir, ku Hikûmeta Kanadayê jî dikare hilbirînerên kanadayî dehf bide, ku berê xwe bidin Kurdistanê.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1646 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:57:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x