Nêçîrvan Barzanî: Divê Îraq bi her awayî xwe ji şer dûr bixe

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku metirsiya belavbûna şerê Hemas û Îsraîlê heye û got, “Divê Îraq bi her awayî xwe ji şer dûr bixe.”

22.11.2023, Çar - 11:43

Nêçîrvan Barzanî: Divê Îraq bi her awayî xwe ji şer dûr bixe
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi Şêwirmendê Bilind ê Parastinê yê Brîtanyayê yê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Mareşalê Hewayî Martin Sammy Sampson û şandeya pê re civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de li ser pêşhateyên dawiyê yên li Xezeyê û encamên mihtemel ên şerê Hemas û Îsraîlê nirxandin kirin.

“Divê Îraq bi her awayî xwe ji şer dûr bixe”

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku eger heye şerê Hemas û Îsraîlê li herêmê belav bibe û got:

“Divê Îraq bi her awayî xwe ji şer dûr bixe, eger na dê rewşa giran û aloz tevlîhevtir bibe.”

Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser rewşa siyasî ya Îraqê û “girîngiya ewlehî û aramiya Îraqê” anî zimên.

Barzanî û Sammy Sampson destnîşan kir ku divê hemû aliyên li Îraqê berpirsiyariyên xwe binîn cih.

Herwiha di hevdîtinê behsa hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî yên li Îraqê hat kirin û girîngiya parastina wan hêzan hat guftûgokirin.

Her du aliyan diyar kir ku DAIŞ hîn jî li Îraq û herêmê tehdîdek e û ji bo nehiştina DAIŞê pêwîstî bi piştgiriya Hevpeymaniya Navneteweyî heye.

Mareşal Sammy Sampson jî amaje pê kir ku dê Brîtanya wekî endameke Hevpeymaniya Navneteweyî pêwendiyên xwe yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re bidomîne.

Li aliyê din, “rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê” mijareke din a hevdîtinê bû.

Her du aliyan hevdîtinên dawiyê yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) wekî “rûdaneke êrênî” nirxandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 263 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:17:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x