Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser serdana Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek belav kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got:
"Li gorî karnameya serdanê, sibe her du serok, Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron li Koşka Elyseeyê, pêwendiyên Fransayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê û hevkariya hevbeş di navbera wan de gotûbêj bikin.
Her wiha derbarê têkoşîna li dijî terorê û bipêşketinên dawî yên Rojhilata Navîn, bîr û ramanan biguherin."
Koşka Serokatiya Komara Fransayê (Elysee) ragihand, roja duşemê, Emmanuel Macron, Serokkomarê wî welatî, li Parîsê dê pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê bike û hejmarek babetên pêwendîdar bi Hewlêr, Bexda û Rojhilata Navîn gotûbêj bikin.
Di daxuyaniya Elysee de hat gotin, "Roja 14ê Nîsana 2025an, Serokkomar li Koşka Elysee li gel birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Xweser a Kurdistana Îraqê dicive."
Ev yekem serdana Nêçîrvan Barzanî ya îsal e ji bo Parîsê piştî ku di Kanûna pêşîn a par de, ji bo beşdarî rêwresma vekirina dêra Notre Dame, çûbû Parîsê.
Koşka Elysee dibêje, di civîna xwe de, "Serokkomar û Serok [Nêçîrvan] Barzanî behsa gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê, aramiya navçeyê û hevkariya di warê têkoşîna li dijî terorê de dikin."
Elysee her wiha amaje bi wê yekê dike, "Her du serok rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj dikin û pabendbûna xwe bi kêmkirina alozîyan li navçeyê dupat dikin."
Fransa endamê Hevpeymaniyekî Navdewletî ye ku bi beşdarîkirina zêdetir ji 80 welatan li Sûriye û Îraqê li dijî DAIŞê têkoşîn dike.
Di çarçoveya Hevpeymaniyê de, Fransa nêzîkî 600 leşkerên xwe li Îraqê bi cih kirine, ku beşê herî zêde yê wan li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ne.
Ji dema ku Macron di sala 2017an de bûye Serokomarê Fransayê, herî kêm 7 caran li Parîs, Hewlêr û Bexdayê li gel Nêçîrvan Barzanî civiyaye.
Serdana dawî fermî û dîplomasî ya Nêçîrvan Barzanî ya bo Parîsê di Çiriya Paşîn a 2023yan de bû.