Nêçîrvan Barzanî: Armancgirtina Zanîngeha Silêmaniyê û bajarê Qeladizê moral û germatiyek zêdetir bi giyanê rûbirûbûnê yê gelê Kurdistanê bexşî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek bi boneya 49emîn salvegera bombebarankirina Zanîngeha Silêmaniyê û bajarê Qeladizê belav kir

24.04.2023, Pts - 08:56

Nêçîrvan Barzanî: Armancgirtina Zanîngeha Silêmaniyê û bajarê Qeladizê moral û germatiyek zêdetir bi giyanê rûbirûbûnê yê gelê Kurdistanê bexşî
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek bi boneya 49emîn salvegera bombebarankirina Zanîngeha Silêmaniyê û bajarê Qeladizê belav kir û ragihand, “Bi armancgirtina Zanîngeha Silêmaniyê û bajarê Qeladizê, hewleke din ya tirsinokane ya rejîmê ya ji bo şikandina îradeya gelê Kurdistanê û tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê bû, lê belê şehîdkirina xwendekar û mamostayên zanîngehê û xelkê sivîl yê Qeladizê moral û germatiyek zêdetir bi giyanê rûbirûbûnê yê gelê Kurdistanê bexşî.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Di 49emîn salvegera bombebarankirina Zanîngeha Silêmaniyê û bajarê Qeladizê da, em bi rêz û hurmet şehîd û qurbaniyên wê tawana rejîma berê ya Iraqê bi bîr tînin. Em bejna xwe li hember giyanê pakê wan ditewînin û ji malbatên wan yên serbilind ra silavan dişînin.

Bi armancgirtina Zanîngeha Silêmaniyê û bajarê Qeladizê, hewleke din ya tirsinokane ya rejîmê ya ji bo şikandina îradeya gelê Kurdistanê û tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê bû, lê belê şehîdkirina xwendekar û mamostayên zanîngehê û xelkê sivîl yê Qeladizê moral û germatiyek zêdetir bi giyanê rûbirûbûnê yê gelê Kurdistanê bexşî û li ser dawazên xwe yên rewa û xebat û tekoşîna xwe ya ji bo azadiyê germtir berdewam kir.

Bi vê boneyê em hemû piştevaniya xwe ji bo daxwazên xelkê niştimanperwer yê Qeladizê û Pişderê dupat dikin û divê di hemû waran da zêdetir xizmeta wê deverê bê kirin. Devera Pişder hertim keleha şoreş û serhildanên Kurdistanê bûye û di rêya azadîyê da şehîd û qurbaniyên gelek mezin dane.

Silav û nemirî bo giyanê pakê şehîdan û bîranîna wan her dem bi xêr be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
24.04.2023

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 367 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:31:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x