Nêçîrvan Barzanî: Ji ber Enfalê berpirsyariya yasayî û exlaqî ya Îraqê heye

Serokê Herêma Kurdistanê ji ber salvegera Enfalê peyamek belav kir û bal kişand berpirsyariya yasayî û exlaqî ya Îraqê.

14.04.2025, Pts - 10:42

Nêçîrvan Barzanî: Ji ber Enfalê berpirsyariya yasayî û exlaqî ya Îraqê heye
Nuçe Belav bike

Sala 1988an zêdetirî 182 hezar zarok, jin û mêrên Kurd di êrişa Enfalê de ji aliyê rejîma berê ya Îraqê ve hatin qetilkirin.

“Enfal yek ji sûcên qirkirinê yên herî hovane bû”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera 37an a Enfalê de peyamek belav kir û got:

"Enfal yek ji sûcên qirkirinê yên herî hovane bû di dîrokê de ku bandorên wê yên êşdar hîn jî di wijdan û bîreweriya gelê me de hene.

Em di vê bibîranînê de, bi rêz û şanaziyê şehîdên Enfalkirî bi bîr tînin û silavan li malbat û kesûkarên wan ên berxwedêr dikin.

Em ducare dikin ku berpirsyariya yasayî û exlaqî ya Hikûmeta Federal a Îraqê ya qerebûkirina (tazmînkirin) malbatên Enfalê ji hemû aliyan ve heye."

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku pêwîst e Îraq biryara Dadgeha Bilind a Sûcan a Îraqê bi cih bîne ku Enfal wekî komkujî û sûcên li dijî mirovahiyê nas kiriye û li pey çû:

"Hemû aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê dixebitin ji bo pêşkêşkirina piştgirî û çavdêriyê ji bo malbatên şehîdan, avakirina herêmên Enfalkirî, dîtin û vegerandina termên wan ji bo welatê wan.

Her wiha em dê hewlên xwe yên ji bo bidestxistina mikurhatina navneteweyî ya temam a bi sûcê Enfalê wekî komkujiyê bidomînin.

Qebare û destkeftiyên Herêma Kurdistanê encama qurbanîdana şehîdan in.

Em di vê bîranînê de, parastina yekrêzî û pêkvejiyanê ji bo parastina mafên me yên destûrî û avakirina paşerojeke çêtir a tijî dadperwerî û aştî ji bo gelê Kurdistanê ducare dikin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 88 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:42:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x