Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêwendiyeke telefonî bi Berpirsê Liqê 22 ê PDKê li Germiyanê Ekrem Salih re kir û li rewşa wî pirsî ku duhî li Kalarê li ber deriyê mala xwe ji hewleke terorkirinê rizgar bûbû.
Di daxuyaniyê de hat gotin, Nêçîrvan Barzanî hêviya selametiyê ji Ekrem Salih û birîndarên din re xwast û ev hewla terorîstî û hemû hewlên terora siyasî şermezar kir. Tekez kir jî, aliyên peywendîdar lêkolînê li ser vê hewla teroristî dikin, da ku encamderên wê bibînin û wan radestî dadgehê bikin.
Ji aliyê xwe ve, Ekrem Salih jî ji bilî vegotina çawaniya vê hewla teroristî û ziyanên wê, spasî û pêzanîna xwe ji bo pirs û şopandina Serokê Herêma Kurdistanê nîşan da.