Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Parîsa paytexta Fransayê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re ciya.
Nêçîrvan Barzanî piştî civîna li Koşka Elyseeyê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser pêwendiyên bi Fransayê re û got:
"Ez îro ji bo hevdîtina bi dostê xwe yê hêja Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re li Elyseeyê bûm, şanaziyeke mezin bû.
Pêwendiya me ya bi Fransayê re gelekî taybet e û her ku diçe xurttir dibe."
Derbarê naveroka civînê de jî Nêçîrvan Barzanî wiha got:
"Me nêrînên xwe li ser xurtkirina pêwendiyên navbera Fransa, Îraq û Herêma Kurdistanê guherîn, û li ser mijarên girîng ên herêmê jî gotûbêj kir.
Min ji bo piştgiriya wî ya berdewam a ji bo Herêma Kurdistanê û rola wî ya girîng a di bipêşxistina aramiya herêmê de spasiya Serokkomar Macron kir."