Nêçîrvan Barzanî û Fayiq Zêdan pirsa hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê gotûbêj dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê Desthilata Dadweriyê ya Iraqê civiya û di civînê de tekezî li ser pêwîstiya piştevaniya hemû aliyan bo cîbicîkirina karnameya Hikûmeta Federalî kirin.

08.04.2023, Cts - 13:30

Nêçîrvan Barzanî û Fayiq Zêdan pirsa hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê gotûbêj dikin
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro şemiyê 08ê Nîsana 2023an li bajarê Bexdayê ligel Serokê Desthilata Dadweriyê ya Iraqê Fayîq Zêdan civiya.

Li gorî daxiyuaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de her du aliyan rewşa giştî û pêşhatên dawî û rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ya derbarê destpêkirina hinardekirina petrolê de gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, her du alî li ser giringiya rola erênî ya dadweriyê ji bo nêzîkkirina nêrînan ji bo çareserkirina pirsgirêkên welat hevnêrîn bûn. Herwiha tekezî li ser pêwîstiya piştevaniya her kesî ji bo cîbicîkirina karnameya Hikûmeta Federal kirin.

Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên danûstandinên Hewlêr-Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du welatan de jî hatin gotûbêjkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê li Bexdayê beşdarî merasîma 42emîn salvegera damezrandina rêxistina Bedir bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 399 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:41:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x