Parlamentereka Kurd: Hinek Kurd dixwazin bindest bimînin

Parlamentereka kurd dibêje, ew Kurdên ku li dijî referandoma serxwebûna Kurdistanê ne ti ferqa wan, bi Ereb, Turk û Farsên ku li dijî Serxwebûna Kurdistanê ne, re nîne.

21.07.2017, Cum - 13:21

Parlamentereka Kurd: Hinek Kurd dixwazin bindest bimînin
Nuçe Belav bike

Parlamentera kurd li parlamentoya Iraqê Neda Mêrgesorî li ser referandom û serxwebûna gotarek belav kiriye û gotiye, referandom mafê rewa yê gelê Kurdistanê ye.

Neda Mêrgesorî her wiha dibêje, mixabin di nav kurdan de hinek kes dijîtiya referandûmê dikin, hinek welatên derdora me ne jî li dijî referandûm û serxwebûna Kurdistanê ne. Ji ber wê jî ti ferqa wan Kurdan bi Ereb, Turk û Farsên ku dijîtiya serxwebûna Kurdistanê dikin, re nîne.

Neda Mêrgesorî dide xuyakirin ku hinek kes û partî dibêjin ku niha ne dema referandûmê ye û bila were paşxistin. Ev bi vê yekê xeletiyeka dîrokî dikin ji ber ku referandûm bo Kurd û Kurdistana heyamek dirêj e rastî zilm, zordarî, kuştin, enfal û kîmyabaranê hatine, tê encamdan. Referandûm bo hevrikiya siyasî nayê kirin. Ewên ku dibêjin niha dema wê ye, naxwazin ji bin destê Ereb, Turk û Farsan derkevin, dixwazin heta hetayî bindest bimînin…

Neda Mêrgesorî aniye ziman ku êdî ti hêviya Kurdan bi Iraqê nemaye û gotiye, di heyama 80 salan hikûmeta sunniyan û 14 salan hikûmeta şîeyan de têne kuştin, qirkirin, kîmyabaran, birîna bûdce û mûçe bûye para Kurdan ji ber wê jî ti hêviyeka Kurdan bi Iraqa ku bi zora pîneyan bi hev re maye, nemaye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1268 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:40:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x