Parlementêrê YNK'ê: Referandûm, navmala Kurdistan'ê ava dike

Endamê parlamentoya Kurdistanê a YNK'yî Xelef Xefûr amaje bi vê yekê dike ku ji ber referandûmê navmala Kurdistan'ê dê bê rêkxistin.

28.08.2017, Pts - 12:56

Parlementêrê YNK'ê: Referandûm, navmala Kurdistan'ê ava dike
Nuçe Belav bike

Endamê parlamentoyê yê ser bi YNKê Xelef Xefûr axaftina xwe ya ji BasNews'ê kiriye de dibêje ku: ‘’Garantiya referandûmê pêktê ji yekxistina navmala Kurdistan'ê, heta çend pêwîste hêzên siyasî yekdeng û yek helwêstbin giringe û hemû alî bi berpirsyarane pêwîste danûstandinê li gel rewşê bikin û divê parlamentoya Kurdistan'ê bê aktîf kirin û ji parlamentoyê hin rê bên birêvebirin.’’

Herwaha Xelef Xefûr dibêje: ‘’Referandûm fişar nîne bo ser Bexda ku em daxwazên xwe bi wan bidin qebûl kirin, naha Kurdistan di dema biryara xwe dayînê de ye, ji ber ji Bexda bê hêvî bûne em, me ti referandûm nekiribûn jî Bexda'yê budce li me birîbû, pareyê genimê cotyaran rênekir, beşê erzaq û qut kêm kir, beşa kurd di artêşa Iraqê de nehêla, ji ber vê jî biryara referandûmê îradeya gelê Kurdistan'ê ye.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 913 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:41:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x