Partiya Malikî: îradeya Herêma Kurdistanê bıregihandina serxwebunê nîne

Partiya Dewletê Yasa ya Nûrî el Malikî bersiv da wan gotinên Serokê Herêma Kurdistanê yên ku tê de hatibû gotin ku ger Nûrî Malikî bibe serokwezîrê ew ê serxwebûnê ragihîne.

24.01.2017, Sal - 17:37

Partiya Malikî: îradeya Herêma Kurdistanê bıregihandina serxwebunê nîne
Nuçe Belav bike

Endamê Encumena Nûnertiya Iraqê yê Firaksiyona Dewletê Yasa Fîrdews El-Ewadî di daxuyaniyeke xwe de bersiv da gotinên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yên ku tê gotibû, "Ger ku Nûrî Malikî bibe serokwezîr ew ê serxwebûnê ragihîne' û got: "Barzanî bi xwe jî baş dizane ku îradeya herêmê tune ye ku cihê bibe."

El-Ewadî got, "Barzanî li hemberî Dewletê Yasa û serokê wê karta cihêbûnê bikar tîne lê di vê demê de tiştekî bidest naxe. Ji ber ku çend astengî hene ku pirsgirêka niştimanî û yekrêziya welêt yek ji wan e. Bi kin û kurtî em cihêbûnê red dikin, ji ber vê yekê jî tu qîmeta daxuyaniya wî tune ye û em li ber çavan nagirin."

El-Ewadî ji Barzanî xwest ku di karûbarên dîplomasiyê de bi baldarî tevbigere û berjewendiyên hemû gele Iraqê li ber çavam bigire.

Ji aliyê din ve jî Endamê Îtlafa Dewleta Yasa yê li Parlamentoya Iraqê Salih Ebdulrezaq diyar kir ku ew di çarçoveya siyasî û yaseyî de ne li dijî damezirandina dewleta Kurdî.

Hêjayê gotinê ye Serokê Herêma Kurdistanê duh di daxuyaniyeke xwe de gotibû ger Serokê Fraksiyona Dewleta Yasa Nûrî Malikî bibe serokwezîrê Iraqê, wê serxwebûna Kurdistanê ragihîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1036 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:38:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x