PDK: Em Pergala Konfederalî re hene...
Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand, Heger Bexda bê merc mukir li konfederaliyê hat, ew dibe çareseriyeke baş ji Kurdistan û Iraqê re.
Fazil Mîranî di derbarê mijara pergala Konfederalî yê de got: “Ew dibêjin emê pirsa konfederaliyê di destûrê de biguhêrin û bidin parlemantoyê, heger parlemantoyê pejirand, emê qebûl bikin. Lê em pêş de dizanin ku parlemanto qebûl nake. Heger bê merc mukir li konfederaliyê bên, ew çareseriyeke baş ji Kurdistan û Iraqê re. Kurdistan serbixwe dibe û Iraq jî yekgirtî dimîne.”
K24
Vî nûçeyê tevayî: 924 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:08:19